21:20 24 Nîsan 2018
    Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney

    Xamaney: Serokên dewletên êrîşkar ‘sûcdarên' êrîşî ne

    © REUTERS / Caren Firouz
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêberê Olî yê Îranê Ayetulah Elî Xamaney derbarê serokên dewletên li dîjî Sûriyeyê êrîş pêk anîn daxuyaniyek da. Xamaney bilêv kir ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê DYAyê Donald Trump û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May sûcdar in êrîşê ne.

    Tehran bertek nîşanî êrîşa dijî Sûriyeyê ya DYA, Brîtanya û Fransayê da. Rêberê Olî yê Îranê Ayetulah Elî Xamaney daxuyand ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê DYAyê Donald Trump û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May sûcdar in êrîşê ne. Xamaney, "Êrîşa ku serê sibehê li dijî Sûriyeyê pêk hatiye sûc e. DYA, Fransa û Brîtanya sûcekî mezin kirin e. Di vê êrîşê de ti qezencek wan tuneye."

    ​Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî bi serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re bi rêya telefonê axivî. Hat ragihandin ku Rûhanî piştgiriya Îranê bo Sûriyeyê ragihandiye. Li gor nûçeya Tasnimê Rûhanî, "Ev êrîş ji xeynî hilweşînê bi kêrî ti tiştekî nayê, amerîkayî ji bo li heremê meşruîyeta xwe îlan bike dixebite."

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de