19:27 20 Nîsan 2018
    Behram Qasimî

    Îran: Yekîtiya Ereban li dijî Îranê bi awayekî dijminane tevdigere

    © REUTERS / ATTA KENARE
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdvekê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî bertekeke tund nîşanê daxuyaniya Komîteya Çarîn a Yekîtiya Ereban da û parast ku ew li dijî Îranê bi dijminane tevdigerin.

    Li gorî ajansên Îranê Berdvekê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî di daxuyaniyeke çapemeniyê de bi awayekî tund bertek nîşanê Yekîtiya Ereban da.

    Qasimî anî ziman ku gotinên li dijî Îranê yên di daxuyaniya Komîteya Çarîn a Yekîtiya Ereban de cih digirin, bê bingeh in û got, ev daxuyaniya li dijî Îranê bi awayekî dijminane hatiye dayîn.

    Qasimî got, ev welatên beşdarî vê komîteyê bûne bi awayekî dijminane li dijî Îranê tevdigerin.

    Wezîrên Karên Derve yên welatên Yekîtiya Ereban ji bo amadehiya Zîrweya Yekîtiya Ereban li Erebistana Siûdî civîn pêk anîbûn û di daxuyaniya xwe de gotibûn, "Destdirêjiya Îranê ya nava Sûriyeyê nayê qebûlkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Erebî: Efrîn hatiye dagirkirin
    Rojnameya Qetarê: Heşda Şeibî bermîla petrola qaçax bi 6 dolaran dide Îranê
    ‘6 meh in petrola Kerkûkê diherike Îranê û kes nabê çima'
    Nûnerê Serokê Olî yê Îranê: Em dikarin Îsraîlê ji nav bibin
    Hejmara kesên ku li Îranê îdam bûne eşkere bû
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê, Behram Qasimî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de