07:02 18 Hezîran 2018
Darvekirin - Îdam

Hejmara kesên ku li Îranê îdam bûne eşkere bû

© Flickr / Jaime Pérez
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) di sala 2017an de ji sedî 51 kesên kul i cihanê hatine darvekirin li Îranê bûn.

Rêxistina Efûya Navneteweyî raporta xwe ya derbarê îdamên cihanê ya salane belav kir. Li gor raportê di sala 2017an de ji xeynî welatê Çînê, li seranserî cîhanê 993 kes hatine darvekirin.

Di raporta rêxistina navborî de wiha tê gotin ku hikûmeta Çînê salane bi awayekî nehênî hezaran kes darvedike ku hejmara wan nayê zanîn. Di sala 2017an de, berhevkirin ligel sala 2016an, rêjeya darvekirinê li cîhanê ji sedî 4 û berhevkirin ligel 2015ê ji sedî 39 kêm bûye. Herwiha ji sedî 51 kesên ku di sala 2017an de li cihanê hatine darvekirin li Îranê bûn.

Li gor Amnesty Internationalê li Îranê di sala 2017an de bi giştî 507 kes hatine bidarvekirin û 501 ji wan zilam in û 6 jî jin in.

Bi heman mijarî:

Iraqê sizaya îdamê li 6 jinên tirk birî
14 leşkerên ku albay jî di nav de cezayê îdamê li wan hat birîn
Li Amerîkayê rêbaza nû ya îdamê kete meriyetê
Trump: Di nava tedwîran de cezayê îdamê jî heye
Ji bo xwişka Bexdadî cezayê îdamê hat sepandin
Tirkiye ji bo DAIŞiyên tirk ku li Iraqê mehkûmî îdamê bûne kete dewrê
Etîketan:
Îdamên Îranê, Rêxistina Efûya Navneteweyî, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de