01:03 21 Nîsan 2018
    Îran

    Nûnerê Serokê Olî yê Îranê: Em dikarin Îsraîlê ji nav bibin

    © REUTERS / Raheb Homavandi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerekî Hêzên Qudsê yen Girêdayî Pasevanên Şoreşê yên Îranê yên Serôkê Olî yê Îranê Elî Xamenyî, Elî Şîrazî hişyarî da ku "Îran dikare Îsraîlê ji nav bibe."

    Li gorî malpera Farsê ya nûçeyan, Şîrazî Îsraîl hişyar kiriye ku "xwe ji karên ehmeqane yên li dijî komara îslamî (ya Îranê) bixe.

    Şîrazî gotiye," eger Îsraîl bixwaze hebûna xwe ya ' xayin' berdewam bike..Pêwîst e, xwe ji karên ehmeq dûr bixe. Eger behaneyê bidin Îranê, dê Tel Avêv û Heyfa bên jinavbirin."

    Rayedarê îranî di berdewamiya axiftina xwe de got ku "Îran dikare Îsraîlê ji nav bibe."

    Piştî êrişa artêşa Îsraîlê ya balafirxaneya Tayfun a Sûriyeyê, berpirsekî îranî gotibû ‘ev êriş bê bersiv namîne'. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî bersiva berpirsê îranî dabû û gotibû: "Me test nekin."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Çi balafira êrîşî serweriya Sûriyeyê bike, em ê bixin
    Pûtîn û Qral Selman Sûriye nirxandin
    ‘Heger Sûriye êrîş bike, dê Tirkiye hewil bide bikeve navenda bajarê Efrînê’
    Erdogan ji Pûtînî re: Sûriye têkeve Efrînê, encamên wê dê hebin
    Lavrov: Tenê Sûriye û Rûsya li dijî terorê têdikoşe
    Parlamenterê rûsî: Ger Sûriye têkeve Efrînê rageşî wê zêdetir bibe
    Etîketan:
    Elî Şîrazî, Îsraîl, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de