07:00 18 Hezîran 2018
îran-parastin-leşkerî

‘Li Amerîkayê ekîbeke ku ji 500 kesên bikêrhatî pêk tê ji bo Îranê têk bibin dixebitin'

Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Parastin ê Îranê General Emîr Xatemî di axaftina xwe de ragihand ku li Wezareta Xezîne ya Amerîkayê 500 kesên bikêrhatî ji bo ekonomiya Îranê têk bibin civiyane.

Wezîrê Parastin ê Îranê General Emîr Xatemî di axaftina xwe ya çareseriya pirsgirên ekonomîk a Zencanê de got: "Gelek kes dibêjin êdî tu fonksiyona Îranê nemaye û dê şoreş têk here. Ji bo têkbirina ewlehiyê tiştê ji destê wan hat kirin, lê encamek bi dest nexistin û wê bidest nexin jî. Şoreş her roj bihêztir dibe."

Emîr Xatemî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dijminê şoreşê di dijminantiya xwe de bi biryar in. Li Wezareta Xezîne ya Amerîkayê ekîbeke ku ji 500 kesên bikêrhatî pêk tê li ser ekonomiya Îranê dixebitin û ji bo têkbirina ewlehî û ekonomiyê behaneyan çêdikin."

Xatemî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hikûmeta Îranê ji bo serastkirin û diristkirina ekonomiye tiştê ji destê wê tê dike. Elî Xemaney jî îsal wek sala ekonomiyê ragihand û ji gel xwest piştgiriya hilberîna neteweyî bikin. Lê dijminê me vala nasekinin û ji bo têkbirina ekonomiya me bûdçeyeke mezin div ê oxrê de serf dikin."

Bi heman mijarî:

Ebadî: Di navbera Amerîka û Îranê de em nabin alîgir
Peskov: Berovajî Tirkiye û Îranê, Amerîka piştgiriya pêwîst nade
Hat îdiakirin ku Amerîka û Îsraîl li ser plana ji bo astengkirina Îranê li hev kiriye
'Amerîka û Îsraîlê li ser plana rawestandina Îranê li hev kirin’
Pasdarên Îranê: Amerîka ji ber Heşdî Şeibî û Artêşa Niştimanî ji me hêrs bûye
Etîketan:
Wezîrê Parastin ê Îranê, Emîr Xatemî, Amerîka, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de