02:40 28 Gulan 2018
Mîxferên spî

Artêşa Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilat studyoya 'Xûzeyên Spî' derxist holê

© Sputnik / Abdalrhman Ismail
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Xwe wek xebatkarên rêxistina alîkariyê nişan didan lê pêwendiyên wan yên bi rêxistinên terorî re hatin tespitkirin. Herwiha li Xûtaya Rojhilat Artêşa Sûriyeyê studyoya 'Xûzeyên Spî' derxist holê.

Li gor nûçeya ajansa Farsê ya Îranê xwedî Xûzeyên Spî li dijî serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esad û rêveberiya wî nûçeyên çewt belav dikirin û dîmenên propagandayê dikşandin. Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku studyoyek xwedî Xûzeyên Spî jî ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hatiye tespîtkirin û dest danîne ser. Hat destnîşankirin ku studyoya fîlman li navçeya Sakba ya Xûtaya Rojhilat hatiye dîtin û artêşa Sûriyeyê dest daniye ser amûrên studyoyê.

Di dawiya hefteya borî de hatibû îdiakirin ku li Xûtaya rojhilat çekên kîmyewî hatine bikaranîn û hikumeta Sûriyeyê ji bûyerê berpirsyar hatibû girtin. Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îdia red kiribûn û daxuyandibû ku hin dewletên rojavayî û xwedî Xûzeyên Spî dest bi qampanyaya derewan kirine ku zirarê bidin agirbestê.

Bi heman mijarî:

Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
Sûriye: Îdiayên ‘bikaranîna çekên kîmyevî’ wek banda asêmayê tim û tim heman tiştê dibêje
Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin
Etîketan:
Mîxferên spî, studyo, derew, şer, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de