Behram Qasimî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Her êrîşeke li dijî dewleta Sûriyeyê dê rewşa wî welatî û tevahiya herêmê aloztir bike. Îdîa û tohmetên wisa ji aliyê amerîkiyan û hin welatên rojavayî ve nîşaneya pîlaneke nû li dijî dewlet û milletê Sûriyê ye û hincetek e ji bo êrişeke leşkerî li dijî wan û bêguman (ew yek) dê rewşa li wî welatî û li herêmê alzotir bike û dê terorîstan jî ji bo berdewamîdan bi tawanên xwe cesûrtir bike, ku helbet bi qazanca aştî, seqamgîrî û ewlehiya herêmê û cîhanê nabe".
Qasimî di dirêjiya axaftina xwe de got: "ÎdÎaya bikaranîna çekên kîmyayî li bajarê Dumayê ji aliyê artêşa Sûriyê ve ligel rastiyên niha yên li ser erdê li wê deverê nagunce. Hikûmeta Sûriyeyê di mijara kîmyayî de hevkariyeke baş li gel Netewên Yekgirtî hebûye û piştî ku ew welat tevlî peyamnnameya rêgirtin ji belavbûna çekên kîmyayî bû, civaka navdewletî tevahiya îmkanên berhemanîn û çêkirina çekên kîmyayî yên wî welatî ji nav bir".
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)