05:51 22 Nîsan 2018
    Muhammed bin Selman

    Îran: Prensê Siûdî hedê xwe derbas dike

    © REUTERS / Bandar Algaloud
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îranê bersiveke tund da prensê welîahd ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman ku di hevpeyvîneke serdana xwe ya Amerîkayê de gotibû ‘bi Îsraîlê re li dijî Îranê gelek berjewendiyên me yen hevpar hene.'

    Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî di bersivdayîna xwe ya prensê Siûdî de got: "Kubarî û niyeta xirab a prensê welîahd ê Erebistana Siûdî hedê xwe derbas dike û ber bi nexweşiyeke ku nayê dermankiirn ve diçe. Prens di nava şerê xanedanî de ji bo piştgiriya Amerîka û Îsraîl wergire bi milyar dolaran pere dide û gelek peyvên komîk û cihê şermezariyê tîne ziman."

    Behram Qasimî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev sengele li pey nav û hêzê ye. Xayîntiyê bi doza Filistînê dike û çav berdaye naskirina Îsraîla ku ev 70 salî kuştinan dike. Ji gotinên derdikeve holê ku ne ji dîrokê, ne ji ummeta Îslamê û ne jî ji zilma li ser milletê mezlûm ê filistiniyan fêhm dike. E dost û dijminê xwe ji hev nas nake."

    Qasimî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Komployên salên dawî derdixe holê ku grûbên radîkal û rêxistinên terorîst ên wek DAIŞê ji bo jibîrkirina doza Filistîn û nîfakxistina alema Îslamî hatiye plankirin. Encamên vê zîletê wê li xwediyê xwe vegere û dê wek leyeke reş li ser Erebistana Siûdî bimîne."

    Bi heman mijarî:

    'Divê Erebistana Siûdî li dadgeheke şerîatê were darizandin'
    Plana nû ya Welîehdê Siûdî dê Qeterê bike girav
    Trump: Heke em li Sûriyeyê mayinde bin fatorayê bila Siûdî bide
    Li Yemenê di encama êrişa Erebistana Siûdî de gelek zarok jiyana xwe ji dest dan
    Husiyan li tankereke Erebistana Siûdî xist
    Generalê Siûdî: Tekane rêya li ber Kurdan damezirandina Kurdistana mezin e
    Etîketan:
    Prensê welîahd ê Siûdî, Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê, Muhammed Bin Selman, Behram Qasimî, Erebistana Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de