21:25 24 Nîsan 2018
    Elî Xemaney

    Balyozê berê: Îran hewl dide bi milîsên xwe bandorê li hilbijartinên Iraqê bike

    © AP Photo /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 10

    Zalmay Xelîlzad ku Balyozê Amerîkayê yê berê li Iraqê bû di hevpeyvîneke xwe de ragihand ku Tehran hewl dide bi milîsên xwe bandorê li hilbijartinên Iraqê bike.

    Di meha pêşiya me ya gulanê de hyilbijartinên giştî yê Iraqê têne lidarxistin. Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê yê berê Zalmay Xelîlzad di hevpeyvîneke xwe ya ronameyeke amerîkî de rola Îranê ya li Iraqê nirxand û got: "Bê çawa Hizbullaha Lubnanê bandorê li ser hikûmeta Beyrûdê dike, Tehran jî bi şêweyekî cidî kar dike ku bi rêya milîsên xwe bandorê li ser hikûmeta dahatî ya Iraqê bike."

    Zakmay Xelîlzad di berdewamiya hevpeyvîna xwe de çend pêşniyar li rêvebiriya Trump kirin û got: "Divê Amerîka piştgiriya sazî û partiyên ku li dijî Îranê û nêzîkatiyê li Washîngtonê dikin bike da kur ê li ber Tehranê bigre. Herwiha divê ders ji kiryarên rêvebiriya Obama were girtin û leşkerên amerîkî ji Iraqê neyên vekişandin.

    Xelîlzad di dirêjiya hevpeyvîna xwe de dibêje: "Encamên hilbijartinên Iraqê çawa bin, pêwîst e Washington kar ji bo pêkanîna Hikûmeta nû bike û rê nede ku Tehran bandorê li ser pêkanîna hikûmetê bike û divê Amerîka bi fermî piştevaniya hevpeymanên xwe li nav Iraqê bike."

    Bi heman mijarî:

    ‘Îranê dev ji çêkirina bernameya nûkleerî bernedaye'
    Îranê logoya tîma fitbolê ya Romayê sansur kir, Îtalya lê seyr ma
    Bi saya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê rewşa Sûriyeyê normalîze bibe
    Dîplomatê amerîkayî: Divê Amerîka bandora Îranê ya li Iraqê sînordar bike
    Li 3 bajarên Kurdistana Îranê dikan û kargeh hatin girtin
    Ehmedînejad dîsa dadgeha Îranê hedef girt: Ketiye bin bandora Brîtanyayê
    Medya Îranê: Gelê Reqayê li hemberî HSDê serî hilda
    Etîketan:
    Dîplomatê amerîkî, Zalmay Xelîlzad, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de