01:25 24 Gulan 2018
    Ala Erebistana Siûdiyê

    'Divê Erebistana Siûdî li dadgeheke şerîatê were darizandin'

    © AP Photo / Bilal Hussein
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di xutbeya roja îniyê ya li Mizgefta Tehranê ya Îranê de meleye mizgeftê Ayetûllah Xatemî rexneyên giran li dewleta Îsraîlê û Erebistana Siûdî girtin. Xatemî got, divê Erebistana Siûdî li dageheke şerîatê were darizandin.

    Li gorî nûçeyeke ajansa Mehrê ya Îranê meleye Mizgefta Navendî ya Tehranê Ayetûllah Xatemî di xutbeya xwe ya îro ya nimêja îniyê de rexneyên giran li rêveberiya dewleta Îsraîlê girtin û parast ku behskirina mizakereyê ya bi Îsraîlê re xeletiyeke stratejîk e. Xatemî got, "Divê cihana Îslamê bersivê bide tawanên siyonîstan, ji ber ku mislimantî û erebtî vê îcab dike."

    Ayetûllah Xatemî li ser gotina rayedarekî Îsraîlê ya wekî "heta dawiyê salê em ê êrîşê bibin Hîzbûllahê" jî îdia kir ku Hîzbûllah îro ji berê xurtir e û got, "Eger siyonîst dixwazin Tel Avîv û Heyfa bi erdê ve bibin yek, dikarin vê biceribînin."

    Meleyê îranî di xutbeya xwe de rexneyên giran li rêveberiya Erebistana Siûdî jî kir û got, "Ew bi siyonîstan re hevkariyê dike. Îsraîlê heta îro 3 caran êrîşê Xezzeyê û Libnanê kiriye. Ev êrîş jî bi piştgiriya siûdiyan pêk hatine."

    Xatemî parast ku divê Erebistana Siûdî li dageheke şerîatê ya adil were darizandin û got, em damezirînerê hemû komên tekfir û tundrewan e û di her bûyera terorîstî, xwekujî û bombeyî de tiliya Erebistana Siûdî heye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îranê dev ji çêkirina bernameya nûkleerî bernedaye'
    Rûsya, Tirkiye û Îranê daxuyaniyeke hevpar da
    Bi saya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê rewşa Sûriyeyê normalîze bibe
    Dîplomatê amerîkayî: Divê Amerîka bandora Îranê ya li Iraqê sînordar bike
    Ehmedînejad dîsa dadgeha Îranê hedef girt: Ketiye bin bandora Brîtanyayê
    Li 3 bajarên Kurdistana Îranê dikan û kargeh hatin girtin
    Etîketan:
    darizandin, Meleyê îranî, Ayetûllah Xatemî, Erebistana Siûdî, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de