02:30 20 Nîsan 2018
    Îran - Xwepêşandan

    Li Xûzistanê zêdetirî 200 xwenîşandêr hatin desteserkirin

    © REUTERS / EDDIE KEOGH
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nerazîbûn û xwenîşandanên erebên Îranê ji heftiyekê bihûrîn û heta niha zêdetirî ji 200 kesî hatine desteserkirin.

    Xwenîşandanên erebên Îranê li çendîn bajarên parêzgeha Xûzistan li başûrê rojavayê wî welatî di derbirîna nerazîbûnê de berdewam in. Rêxistina mafê mirovan a îranê jî ragihand ku, heta niha 200 kes di wan xwenîşandanan de hatine desteserkirin.

    Ji aliyê din ve ajansa çalakiyên mafê mirovan a Îranê eşkere kir kuhejmarek zêde ji xwenîşandêran brîndar bûne û hêzeke zêde ya ewlekariyê ji parêzgehên din ên Îranê ji bo Xûzistanê hatine veguhistin.

    Sedema destpêkirina xwepêşandanan ji hefteya bihûrî ve ew bû ku, di bernameyeke zarokan de amaje bi navê hemû gelên Îranê hatiye kirin û amaje bi navê ereban nehatibû kirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Îranê dev ji çêkirina bernameya nûkleerî bernedaye'
    Bi saya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê rewşa Sûriyeyê normalîze bibe
    Rûsya, Tirkiye û Îranê daxuyaniyeke hevpar da
    Dîplomatê amerîkayî: Divê Amerîka bandora Îranê ya li Iraqê sînordar bike
    Li 3 bajarên Kurdistana Îranê dikan û kargeh hatin girtin
    Ehmedînejad dîsa dadgeha Îranê hedef girt: Ketiye bin bandora Brîtanyayê
    Êrîş birin ser karmendên balyozxaneya Îranê
    Etîketan:
    nerazîbûna ereban, Xwenîşandan, Îran, Xuzistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de