07:44 27 Nîsan 2018
    Mehmûd Ehmedînecad

    Ehmedînejad dîsa dadgeha Îranê hedef girt: Ketiye bin bandora Brîtanyayê

    © AFP 2018 / ALI AL-SAADI
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmêdînejad dîsa dadgeha Îranê hedef girt û ragihand ku ketiye bin bandora Brîtanyayê.

    Di serdema serokomariya Mehmûd Ehmedînejad de Hamîd Bekayî û Îsfendiyar Rahîm Meşaiyê ku cîgirtiya wî kiribûn ji ber gendeliyê hatibûn girtin.

    Malpera înternet a ‘dolatebahar' daxuyaniya Mehmûd Ehmedînejad weşand û di daxuyaniyê de dadgeha Îranê hedef hat girtin. Ehmedînejad di daxuyaniya xwe de dibêje: "Bandoreke mezin a Brîtanyayê li ser dadgeha Îranê çêbûye. Cîgirê min Rahîm Meşaî berî ku were girtin rêvebiriya Londrayê perosto kiribû. Kesekî ku li dijî mudaxeleya Brîtanya ya navxweyiya Îranê derkeve çima bi awayekî veşartî tê dadgehkirin."

    Ehmedînejad di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa serdana Berfenbara 2017an a Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson bo Îranê dike û dibêje: "Eger tirseke wan tunebe bila metnê hevdîtina Johnson a serdana dawî ya Tehranê de parve bikin û lêpirsînê jî bi eşkere bikin."

    Bi heman mijarî:

    Cîgirê Ehmedînejad ji gendeliyê 15 sal ceza xwar
    Ehmedînejad bangî Xemaney kir: Bila girtî bêne berdan û hilbijartin serbest werin kirin
    Xameneyî destûra serokkomariyê neda Ehmedînejad
    Etîketan:
    Serokomarê berê yê Îranê, Mehmûd Ehmedînejad, Brîtanya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de