18:28 20 Gulan 2018
    erdhej - îran

    Di erdheja Kirmaşanê de 53 kes birîndar bûn

    © REUTERS / Tasnim
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di erdheja duhî ya bajarê Kirmaşana Îranê de 53 hemwelatî birîndar bûne.

    Hawarçûna Erdhejê - Kirmanşan
    © AP Photo / Pouria Pakizeh/ISNA
    Li gor daxuyaniya Serokê Rêvebiriya Rewşa Lezgîn û Afatan a Îranê Saîb Muderis di encama erdheja duhî ya bajarê Kirmaşanê de 53 hemwelatî birîndar bûne. Ji birîndaran 15 kes dermankirina wan qediya lê yên mayîn tedawiya wan dewam dike.

    Duhî li bajarê Serpelî Zehaw ê eyaleta Kirmaşanê bi dijwariya 5.3 3u bi kurahiya 8 kîlomatroyan erdhejek pêk hatibû.

    Di meha Mijdara 2017an de jî erdhejeke dijwar bi pileya 7.3yan li heman deverê rû dabû û li gor amarên fermî nêzîkî 530 hemwelatî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 8 hezar jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Kirmaşan û Kurdistanê erdhejek bihêz
    Kirmaşan - Qezaya trafîkê: ‘4 kes mirin'
    KIRMAŞAN - Sûcê dewletê yê herî mezin kûrkirina bêkariyê ye
    Li Kirmaşanê 369 kes hatin girtin
    Jîwar ji bona mexdûrên erdheja Kirmaşanê dê du konsêrtan bide
    Etîketan:
    Serokê Rêvebiriya Rewşa Lezgîn û Afatan, Saîb Muderis, Kirmaşan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de