18:37 19 Nîsan 2018
    Hêzen Ewlekariyê yên Îranê

    Kolberekî din ji aliyê leşkerên îranî ve hat kuştin

    © AFP 2018 / Hossein MERSADI / FARS NEWS
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku kolberekî din ê kur dli bajarê Serdeştê ji aliyê leşkerên îranî ve hat kuştin.

    Şeva borî grûbek kolberên kurd li nêzî Kanî Zerdeya bajarê Serdeştê rastî êrişa leşkerên artêşa Îranê hatin. Di encama êrişê de kolberê kurd ê bi navê Îbrahîm Silêman jiyana xwe ji dest da.

    Li gor zanyariyên berdest, kolberê kurd Îbrahîm Silêman ku ji aliyê leşkerên îranî ve hat kuştin xelkê gundê Kanî Zerdê ye û zarokên wî jî hene.

    Bi hezaran kurdên ku li Îranê dijîn ji ber nebûna kar li sînor di nava mayînan de ji bo debara xwe kolberiyê dikin. Carinan bi teqîna mayîna ku bi dehê salan hatiye çikandin û carinan jî bi çekên leşkerên îranî di rêya jiyanê de canê xwe ji dest didin.

    Bi heman mijarî:

    Kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin
    Li sînorê Serdeşt û Urmiyê kolberekî Kurd hat kuştin
    Hêzên artêşa Îranê kolberekî kurd kuşt, yek jî birîndar kir
    Artêşa Îranê, kolberekî kurd li bajarê Banê kuşt
    Leşkerên Îranê kolberekî Kurd kuşt
    Etîketan:
    Koberek hat kuştin, Serdeşt, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de