01:31 24 Gulan 2018
    Ala Îranê

    Wezîrê îranî serdana hunermendê kurd ê navdar kir

    © AP Photo / Ronald Zak
    Îran
    Lînkê kurt
    0 10

    Hunermendê kurd ê navdar Şehram Nazerî ji bo Wezîrê Çandê yê Îranê got, muzîka kurdî xwediyê derfetên baş in û divê piştgiriya wê were kirin.

    Li gorî ajansa îranî ya bi navê Mehr, Wezîrê Çand û Hunerê yê Îranê Seyyid Ebbas Salihî ji bo sere sala nû serdana hunermendê kurd yê navdar Şehram Nazerî kir û di dema serdana xwe de ji Nazerî re got, "We xizmeteke gelekî mezin ji bo muzîka îranî û kurdî kir."

    Hunermendê kurd yê navdar jî di axaftina xwe ya ligel wezîr de got, "Hûn jî yekem wezîr in ku we serdana mala min kir û Newroza min pîroz dikin. Ez jî spasiya we dikim."

    Nazerî herwisa bal kişand ser ku muzîka herêmê, bi taybetî muzîka kurdî gelekî dewlemend e û xwediyê derfetên baş in û got, "Ez hêvî dikim hûn ê piştgiriyê bidin muzîka îranî û kurdî."

    Bi heman mijarî:

    Wêneyên pîrozbahiya Newroza Kurdistana Îranê
    Medya Îranê: Gelê Reqayê li hemberî HSDê serî hilda
    ‘John Bolton xwestiye Îsraîl êrîşî Îranê bike’
    Orkestraya Flarmonî ya Kurdistana Îranê konserek li dar xist
    Etîketan:
    hunermendê kurd, Wezîrê Çand û Hunerê yê Îranê, Seyyid Ebbas Salihî, Şehram Nazerî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de