16:58 24 Nîsan 2018
    Newroz

    Di hefteya Newrozê de 30 kes hat girtin û derheqê gelekan de jî doz hat vekirin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor zanyariyên berdest, li bajarên kurd ên Îranê di hefteya Newrozê de zêdetirî 30 kesî hat girtin û derheqê bi dehan kesî de jî doz hat vekirin.

    Li gor malpera mafê mirov a Hengawê, di çend rojên borî de herî kêm 30 çalekvanên sivîl ên kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve bi tometa hewldana rêvebirina merasim û pîrozbahiyên Newrozê ve hatin girtin.

    Li gor malpera Hengawê nasnameya 30 kesên ku hatine girtin wiha ye: Li bajarê Sine, Mûslim Seidîpûr, Salar Kazimî, Îrfan Saidpena, Ûmîd Şêxî, Ramîn Salihî, Xelîl Mînberî, Sidîq Rostemî, Mûhsîn Rezewî, Azad Lutfî Pûr, Celal Xudamuradî, Seyran Seîd Pûr, Mûhsîn Muradî, Mêhran Mihemedî û Arîwan Şakirî.

    Li bajarê Merîwan û gundê Nî, Hemîd Tofîqî, Kosar Erjengî, Selah Omya, Mihemed Muradî, Mehmûd Muradî, Zanko Erjengî, Saman Omya, Hawrê Perwaze û Mihemed Erjengî. Li bajarê Selmasê Mehmûd Cebar, Emîn Cêdarî û Hemdula Karsaz. Li bajarê Îlamê Jiyar Wehîd û Yaser Ehmedî. Bukan, Bêhzad Selîm Zade û li Paweyê jî Hebîb Mecîdî.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Partiya Karkerên Brîtanyayê: Newroz cejna kurdan e
    Newroz tê pîrozkirin: Îsal Newroz xemgîn e, lê em cejna xwe ya netewî bernadin
    Li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Ranye şîna Efrînê hat ragihandin: Newroz nayê pîrozkirin
    Leşkerên Rûsî û YPGyîyan bi hev re Newroz pîroz kir
    Xirîstiyan û Suryanên Herêma Kurdistanê tevî Kurdan Newroz pîroz kir
    Dadgehê Eutelsat ji bo Med Nûçe û Newroz TV mehkûm kir
    Etîketan:
    Dİ Newrozê de gelek hatin girtin, Îlam, Sinê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de