17:21 20 Nîsan 2018
    Hesen Rûhanî û Vladimîr Pûtîn

    Hesen Rûhanî ji bo Putin nameyek şand

    © Sputnik / Sergey Guneev
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji ber serkeftina di hilbijartinên serokatiya Rûsyayê de nameyek ji Vladimir Putin re şand û ew pîroz kir.

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di peyama xwe de ji ber serkeftina di hilbijartinên serokatiya Rûsyayê de Vladimir Putin pîroz kir û derbirî ku Tehran di çarçoveya dualî, herêmî û navdewletî de amade ye hevkariyên xwe yên bi Federasyona Rûsyayê xurtir bike.

    Rûhanî di peyama xwe de destnîşan kir ku ew bi derbasbûneke baş ya hilbijartinên serokatiyê û bi serketina Putin div an hilbijartinan de ew gelekî kêfxweş bûye û got,"Ez bi vê sedemê bi awayekî samîmî cenabê te pîroz dikim û ez bawer dikim ku di vê serdema nû ya serokatiya cenabê te de tekiliyên herdu welatan wê hîn bipêş bikevin."

    Hilbijartinên serokatiya dewletê ya Rûsyayê duhî hatibû lidarxistin û li gorî encamên pêşiyê serokê niha yê dewletê Vladimir Putin ji sedî 76.67ê dengan stend û bû serokê nû yê Rûsyayê.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Rûhanî re li ser Sûriyeyê axivîn
    Peskov: Ji bo civîna Pûtîn-Erdogan-Rûhanî amadekarî têne kirin
    Pûtîn, Erdogan û Rûhanî li meha Nîsanê li Stenbolê dicivin
    Erdogan û Rûhanî li ser rewşa Efrînê axivîn
    Putin ji bo Rûhanî sersaxî xwest
    Etîketan:
    şandin, peyam, Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokomarê Îranê, Vladimir Putin, Hesen Rûhanî, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de