02:41 28 Gulan 2018
Mehmûd Ehmedînecad

Ji Ehmedînecad bo Qasim Silêmanî: Nebe şirîkê zilmê

© AFP 2018 / ALI AL-SAADI
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedînecad bangî Fermandar Qasim Silêmanî kir û got: "Em nebin şirîkê vê zilma mezin."

Serokomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedînecad bangî Fermandar Qasim Silêmanî kir û got: "Em nebin şirîkê vê zilma mezin." Cîgirê Serokomarê Îranê yê serdema Mehmûd Ehmedînecad Hemîd Bakayî bi îdîaya ku tevlî karê gendeliyê bûye 15 sal cezayê girtîgehê û cezayê lêdana 80 qamçî lê hatibû birîn.

Mehmûd Ehmedînecad ji bo piştgiriya cîgirê xwe yê berê nameyek ji Fermandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî re nivîsand û alîkarî jê xwest. Name di malpera înternet a ‘dolatehaber'de hat weşandin.

Ehmedînecad di nameya xwe de alîkarî ji Silêmanî xwest û got: "Hemîd Bakayî ji ber armancên siyasî rastî cezayekî giran hat. Divê awayê ku em nebin şirîkê vê zilma mezin tevbigerin."

Hemîd Bakayî roja sêşemê hat girtin û Ehmedînecad jî di axaftina xwe de bertek nîşandanî girtina Bakayî dabû û gotibû ‘yên ku esil bêrêtî û gendeliyê dikin berpirsên darezayê ne.'

Bi heman mijarî:

Îranê 18 meh cezayê zindanê da profesorê Zanîngeha Tehranê
Îranê bersiveke tund da Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî: Yekî naşî û bêhiş e
Cezayê qemçiyê dan cîgirê serokê berê yê Îranê
5 leşkerên din ê Îranê di pevçûnan de hatin kuştin
Li Îranê 5 xwepêşanderên Efrînê hatin binçavkirin
Qutiya Reş a jeta tirk ku li Îranê ketibû hat dîtin
Etîketan:
Serokomarê Îranê yê berê, Qasim Silêmanî, Mehmûd Ehmedînecad, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de