21:21 24 Nîsan 2018
    Ala Îranê

    Îranê 18 meh cezayê zindanê da profesorê Zanîngeha Tehranê

    © AP Photo / Ronald Zak
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Dadgeha Şoreşê ya Îranê ji bo akademisyenê navdar yê zanista siyasî yê li Zanîngeha Tehranê Prof. Dr. Sadiq Zîbakelam 18 meh cezaya zindanê da û herwisa hemû cûreyên çalakiyan lê qedexe kir.

    Li gorî agahiyên ajansên Îranê Dadgeha Şoreşê ya Îranê bi îdiaya 'Li dijî rejîmê propaganda kiriye' 18 meh cezayê zindanê li kademisyenê navdar yê zanista siyasî yê li Zanîngeha Tehranê Prof. Dr. Sadiq Zîbakelam û herwisa hemû cûreyên çalakiyan lê qedexe kir.

    Zîbakelam li ser xwepêşandanên ku di meha Berfanbara 2017an de li Îranê belav bûbû, ji ajanseke biyanî re axivîbû û di wê axaftina xwe rêveberiya rejîma Îranê rexne kiribû. Prof. Sadiq Zîbakelam akademisyenekî nêzikî reformîstan tê qebûlkirin û li gelek panel û konferansan bi alîgirên rejîmê re minaqeşe kiriye ku yek ji van jî Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf e. Sadiq Zîbakelam herwisa rejîma Îranê ji ber polîtîkaya wê ya derve û astengkirina azadiyê gelek caran rexne kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Cezayê qemçiyê dan cîgirê serokê berê yê Îranê
    5 leşkerên din ê Îranê di pevçûnan de hatin kuştin
    Li Îranê 5 xwepêşanderên Efrînê hatin binçavkirin
    Qutiya Reş a jeta tirk ku li Îranê ketibû hat dîtin
    Li Başûrê Rojhilata Îranê balefira Tirkiyê ket: 11 mirî
    'Ji Amerîkayê li hember Îranê gaveke nû'
    Etîketan:
    cezayê zindanê, Akademisyenê Zanîngeha Tehranê, Sadiq Zîbakelam, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de