10:06 19 Hezîran 2018
Hêzen Ewlekariyê yên Îranê

5 leşkerên din ê Îranê di pevçûnan de hatin kuştin

© AFP 2018 / Hossein MERSADI / FARS NEWS
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

5 leşkerên din ê Îranê ku girêdayî Hêza Supayê Pasdaran bûn li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin.

Li gor nûçeya malpera ‘defapress.ir' ku nêzî Supayê Pasdaran e, 5 leşkerên Tumena Fatîmuyyun li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin. Lê di nûçeyê de herêma ku leşkerên îranî lê hatin kuştine nehat eşkerekirin.

5 leşkerên bi navê Seyyid Ekber Huseynî, Muhammed Îsa Ehmedî, Murteza Kerîmî, Salim Seferzade û Muhammed Gulam Muhsînî piştî merasîmên olî wê li bajarên cuda yên Îranê werin definkirin.

Li gor daneyên nefermî heta niha general û fermandarên paye bilind jî di nav de zêdetirî 2 hezar û 400 leşker û milîsên îranî li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

Bi heman mijarî:

Li Başûrê Rojhilata Îranê balefira Tirkiyê ket: 11 mirî
Şandeyeke Herêma Kurdistanê li Îranê ye
Îranê hûnermendê kurd îdam kir
Li Îranê jinên ku xwestin biçin pêşbirka fitbolê hatin astengkirin
Şêwirmendê Leşkerî yê Îranê di derbarê Efrînê de daxuyanî da
Etîketan:
5 leşkerên Îranê li Sûriyeyê hatin kuştin, Sûriye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de