16:53 21 Hezîran 2018
MAKS 2017

Îran: Di Jeta tirk a ku ket de termê kesekî wenda ye

Sputnik
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Saziya Edlî ya Tipê a Îranê derbarê jeta Holdinga Başaran ya ku roja yekşemê ket û 11 kesan jiyana xwe winda kir de daxuyaniyek da. Saziyê da zanîn ku li gor lêkolîna DNAyê hat tespîtkirin ku bi tenê termên 10 kesan hatine dîtin.

Saziya Edlî ya Tipe a Îranê di malpera xwe ya fermî de daxuyand: "Li gor lêkolînên li ser terman hatin kirin de hat tespîtkirin ku di jeta ku ket de bi tenê termen 10 kesan hatiye dîtin û yek jê winda ye." Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin bi rêya Saziya Edlî ya Tipê a Tirkiyeyê ji xizmên miriyan nimûne hatine girtin û ji Saziya Edlî ya Tipê a Îranê re hatine şandin.

Saziya Edlî ya Tipê a Îranê kesên ku nasnameyên wan hatin tespîtkirin jî eşkere kir:
Mina Başaran, Sinem Akay, Jasmin Baruh Siloni, Burcu Gundogan Urfali, Liana Hananel, Ayşe And, Asligul İzmirli, Zeynep Coşkun, Melike Kuvvet, Eda Uslu.

Ji aliyê din ve Wezareta Tenduristiyê ya Îranê li ser malpera xwe ya fermî daxuyand ku ji bo radestkirina cenazeyan, Balyozê Tirkiyeyê yê Tehranê Riza Hakan Tekin, bi Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Hasan Gazizade Haşimi re hat ba hev. Di hevdîtinê de pêvajoya radestkirina cenazeyan hat axaftin. Her wiha Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Hasan Gazizade Haşimi ji Serokê Saziya Edlî ya Tipe a Îranê bi telefonê derbarê rewaşa dawî de agahî stend.

Bi heman mijarî:

Li Başûrê Rojhilata Îranê balefira Tirkiyê ket: 11 mirî
Îran: Moskow û Tehran dê ji bo avakirina Sûriyeyê hevkariyê bikin
Wlîehdê Erebistana Siûdî Îran, Tirkiye û Qeterê wek "sêgoşeya şerê" bi nav dike
‘Îhtimal heye li sala 2019an şerê Îran-Îsraîlê derkeve’
Îran: Di warê hinek mijarên Sûriyeyê de em û Tirkiyeyê li hev nakin
Piştî Tirkiyeyê, Îran jî dana vîzeyê bo welatiyên Kurdistanê hêsan dike
Etîketan:
Îran, Edlî, Mirî, Jet, Saziya Edlî ya Tipe a Îranê, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de