10:06 19 Hezîran 2018
NHB - Navhînên Hewayî yên bêmirov

Li sînor bi NHByan qaçaxiya hişbirê dikin

© Flickr / Lee
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Meclisa Bajarê Diyalayê Elî Dayînî di axaftina xwe de ragihand ku li sînorê Iraq û Îranê bi Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) qaçaxvaniya madeyên hişbir dikin.

Serokê Meclisa Bajarê Diyalayê Elî Dayînî di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Li sînorê Iraq û Îranê bi Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) qaçaxvaniya madeyên hişbir tê kirin û di destê me de delîl û belge hene."

Elî Dayînî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Her NHByek derdora 250 xram madeyên hişbir veduguhêze. Ev rêbaz ji aliyê qaçaxvanan ve nû tê bikaranîn. Di demên dawî de ji Îranê bo Iraqê sewkiyateke zêde ya hişbirê tê kirin. Em dixwazin hêzên ewlehî kontrolên xwe yên sînor zêdetir bikin."

Bajarê Diyalayê li ser sînorê Iraqê cîranê bajarên Îlam û Kirmaşana Îranê ye.

Bi heman mijarî:

Balafireke NHB a Amerîkayê li Edeneyê ket
Azerbeycanê balafireke (NHB) Ermenistanê avêt
Çekdarên kurd du balafir (NHB) avêtin
‘Bi moşeka 3 milyon dolarî li NHB ya 200 dolarî dan'
Îsraîlê li Xezzeyê NHB yekê aydî Hamasê xist
Etîketan:
Serokê Meclisa Bajarê Diyalayê, Elî Dayînî, Iraq, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de