05:57 22 Nîsan 2018
    Pêşmergeyên PDK-Îyê

    HDKê kuştina fermandarê xwe Qadirî xiste stûyê Îranê

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Fermandarê Hizbî Demokratî Kurdistan (HDK) Qadir Qadirî demek berê li navçeya Balisanî yê Herêma Kurdistanê di encama sûîqesdeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû. HDKê derbarê êrişa çekdarî de daxuyaniyek da û îdia kir ku berpirsê kuştina fermandar Qadirî Îran e.

    Li gorî daxuyaniya HDKê Qadir Qadirî li navçeya Balîsanê ya li bakûrê bajarê Hewlêrê gava diçû ser karê xwe yê rojane di rêya xwe de rastî êrîşeke hatiye û di encama êrîşê 20 fîşeg lê ketine û canê xwe ji dest daye."

    HDKê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku cenazeyê Qadirî bo nexweşxaneya Ranyayê hatiye veguheztin û derbarê bûyerê de hem hêzên polîsên herêmî û hem jî hêzên ewlehiyê yên HDKê lêpirsîn dane destpêkirin.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Tu neyartiya şexsî ya fermandar û rêhevalê me Qadir Qadirî bi kesî re nebû. Em di wê baweriyê de ne ku berpirsê êrişa li ser fermandarê me Îran e."

    Hêjayî gotinê ye ku fermandarê Hizbî Demokratî Kurdistan (HDK) Qadir Qadirî îro sibehê li navçeya Balisanî yê Herêma Kurdistanê di encama sûîqesdeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû. Herwiha beriya çend rojan jî li navçeya Hewlese ya bajarê Hewlêrê pêşmergeyên PDK-Îyê rastî êrîşê hatibûn û di encamê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û 2 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

    Bi heman mijarî:

    Sekreterê giştî yê PDK-I Mistefa Hicrî: Xwepêşandanên li Îranê bertekek 40 salî ye
    PDK-Îyê li ser Efrînê got: Divê kurd yek bin
    Pêşmergeyên PDK-Îyê li Pîranşarê êrîşî pasdaran kir: 6 kuştî
    PDK-Îyê stratejiya xwe ya nû ji ajansa Spûtnîkê re vegot
    Şandeke kurdên Rûsyayê serdana PDK-Îyê kir
    Endamê PDK-Îyê: Li Rojava serkeftin bi yekîtiyê pêkan e
    Etîketan:
    êrişa çekdarî, Lêpirsîn, kuştin, Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK), hdk, pdk-i, Qadir Qadîrî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de