21:45 25 Gulan 2018
Sûriye

Îran: Moskow û Tehran dê ji bo avakirina Sûriyeyê hevkariyê bikin

© Sputnik /
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê lijneya Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Parlamanetoya Îranê Elaedîn Berocirdî got ku Moskow û Tehran dê ji bo avakirina Sûriyeyê hevkariyê bikin.

Berocirdî destnîşan kir ku "Îran û Rûsya bi awayekî stratejîk ji aliyê ewlekarî, siyasî û leşkerî ve hevkariyê dikin û jinûveavakirina Sûriyeyê jî dê li vê hevkariyê were zêdekirin."

Herwiha rayedarê îranî got ku hevkariyeke mezin di navbera Moskow û Tehranê de têkilîdarî ewlekariya neteweyî ya herdu welatan heye. Odeyeke operasyonên hevbeş ji bo Sûriye û Iraqê heye û wiha dewam kir: "Saziyên îstîxbarata herdu welatan bi xurtî hevkariyê dikin. Dê lijneyeke ragihandinê ya hevbeş jî di demeke nêz de çêbibe."

Berocirdî bal kişand ser civîna bê ya navbera Îran, Tirkiye û Rûsyayê û got: "Ew daniştin bê ya navbera Îran, Tirkiye û Rûsya dê bandoreke mezin li ser vê qonaxê bike û ev ne daniştina yekem a bi vî şêweyê ye."

Serokê Lijneya Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Parlamanetoya Îranê Elaedîn Berocirdî pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê jî bi bîr anî û got ku "hevkariyeke cidî di navbera Îran, Tirkiye û Iraqê de hebû ji bo ku komploya amerîkî ya perçekirina Iraqê û cudakirina herêma Kurdistanê têk bibin".

Bi heman mijarî:

Rûsya: Em ê hewldanên ji bo xerakirina pêvajoya li Sûriyeyê bi tundî rawestînin
Aldar Xelîl li ser ketina hêzên Sûriyeyê yên bo Efrînê axivî
Rûsya: Em ji gefxarinên dijî hikûmeta Sûriyeyê bi fikarin
Lavrov: Li Sûriyeyê dema ku alî li hev bikin, agirbest dê destpê bike
Îran: Di warê hinek mijarên Sûriyeyê de em û Tirkiyeyê li hev nakin
Etîketan:
Elaedîn Berodirdî, Sûriye, Tirkiye, Rûsya, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de