15:52 21 Gulan 2018
    Îran - Xwepêşandan

    Li Îranê dîsa xwepêşandanan dest pê kir: 5 birîndar û gelek hatin binçavkirin

    © AP Photo /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Îranê bi sedema paşxistina meaşê memûr û karmendan li gelek bajaran xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.

    Piştî bihîstina du karmendên ku ji ber şertê giran ê jiyanê întîhar kirin xwepêşandanên protestoyî Tehrana paytextê Îranê jî di nav de li gelek bajaran belav bûn. Xwepêşandana herî mezin li Tehranê li pêşiya avahiya parlamentoyê hat lidarxistin. Ajansa nûçe ya SNC ku navenda wê li Bexdayê ye ragihand ku karmendên febrîqeya pola-hasin a bajarê ahwazê dev ji kar berdan û tevlî xwepêşandanên protestoyî bûn.

    SNCê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku piştî xwepêşandanên protestoyî li Ahwazê dest pê kirin polîsan êrişî grûbê kir, di encama êrişê de 5 karker birîndar bûn û di serdegirtinên malan de jî gelek xwepêşandar hatin binçavkirin.

    Li gor zanyariyan, ji xeyrî bajarê Ahwazê karkerên febrîqeyên şekir, karkerên tunel û febrîqeyên taybet ên bajarê Tehran, Ribat Kerîm, Buharistan, Babil û Arakê jî di nav de piştgirî dane xwepêşandanên protestoyî.

    Bi heman mijarî:

    Ebbas aciz bû: Hemas dixwaze bi me re an bi Îranê re li hev bike
    ‘Em rê nadin Îranê ku armancên xwe li sûrî bi cih bîne'
    Amerîkayê dîsa ji bo peymana nûkleerî Îranê tehdîd kir
    Li Sûriyeyê 4 leşkerên Îranê hatin kuştin
    Îsraîl: Me li 12 hedefên Sûriyeyê û Îranê da
    Etîketan:
    Xwepêşandanên li Îranê, Ahwaz, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de