21:46 25 Gulan 2018
Qezaya trafÎkê

Li wî bajarê kurdan her sal di qezayên trafîkê de nêzîkî 500 kesî jiyana xwe ji dest didin

Ria.ru
Îran
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku di sala 2107an de li Urmiyeyê ji ber qezayên trafîkê zêdetirî 422 kesan jiyana xwe ji dest da.

Urmiye yek ji bajarên Îranê ku herî zêde bûyerên trafîkê lê diqewimin e. Li gor daneyên fermî yên Midûriyeta Trafîk a Urmiyê her sal derdora 500 kesî di bûyerên çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest didin.

Cîgirê Midûrê Şaxa Trafîk a Urmiyeyê Serheng Kemal Huseyinzade di axaftina xwe de dibêje: "Li gor rêjeyên salên borî bûyerên qezayê li Urmiyê kêm bûne, lê di sala 2017an de dîsa 422 kesî jiyana xwe ji dest da."

Li gor daxuyaniya Kemal Huseyinzade ji sedî 70 sedema qezayên trafîkê ji ber wesayîtên kevn û û ji sedî 22 jî ji ber şert û mercên rêyên nebaş diqewimin. Li gor daneyên fermî di sala 2017an de li seranserê Îranê zêdetirî 15 hezar kesî di bûyerên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.

Bi heman mijarî:

Li Çaldirana Urmiyeyê şer: 4 kuştî
Li Urmiyeyê 2 teqîn çêbûn
Li Urmiyeyê 4 kolberên kurd di bin aşîtê de man
Rejima Îranê îro li Urmiyeyê 6 kurdên din îdam kirin
Rejima Îranê li Urmiyeyê 4 kurd îdam kirin
Etîketan:
Her sal li Urmiyeyê ji ber qezaya trafîkê 500 kes jiyana ji dest didin, Urmiye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de