01:06 21 Nîsan 2018
    Ceribandina Moşekên Balîstik ên Îranê

    Fransa bi tundî Îranê hişyar kir

    © REUTERS / sepahnews.com
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian derbarê bernameya mûşekê de Îranê bi tundî hişyar kir û diyar kir ku ji ber çalakiyên mûşekî dibe ku dorpêçên nû bi ser Tehran de bihêne sepandin.

    Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian, berî serdana xwe ya bo Tehranê, hişyarî da Îranê, eger ku li ser bernameya mûşekî ya xwe berdewam be.

    Jean Yves Le Drian ragihand, eger Komara Îslamiya Îranê giringî bi nîgeraniyên welatên din derbarê çalakiyên mûşekî yên xwe de nede, dibe ku dorpêçên nû bi ser de werin sepandin.

    Le Drian got, çalakî û şiyana mûşekî ya Îranê li gorî biryarnameyên Encûmena Asayişa Navdewletî nînin û wî welatî hin mûşek hene ku dikarin bi dirêjahiya bi hezaran kîlometran bikin armanc.

    Wezîrê Derve yê Fransayê herwiha da xuyakirin, mûşekên di ber destê Îranê de, ji pêwîstiya wî welatî zêdetir in û wî welatî pêwîstî bi mûşekên wisa nîne, ku bi hezaran kîlometran derbas bikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê jinên ku xwestin biçin pêşbirka fitbolê hatin astengkirin
    Trump bi serokên ereban re li ser Îranê axivî
    Sewkiyata petrola Kerkûkê bo Îranê hatiye rawestandin
    'Kurdistan nêzîkî Îranê dibe û dûrî Tirkiyeyê dikeve'
    Çavuşogluyî bangî Rûsya û Îranê kir ku "binpêkirinên" hikûmeta Sûriyeyê rawestîne
    Etîketan:
    moşek, Jean-Yves Le Drian
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de