17:03 24 Nîsan 2018
    Îran

    Şêwirmendê Leşkerî yê Îranê di derbarê Efrînê de daxuyanî da

    © REUTERS / Raheb Homavandi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 20

    Şêwirmendê leşkerî yê îranê Rehîm Sefewî di derbarê operasyona Efrînê ya ji aliyê Tirkiyê de tê kirin de daxuyanî da. Sefewî vê operasyonê wek ‘dagirkerî’ terîf kir.

    Li gorê ajansa Îranê ya Mehr News Şêwirmendê Leşkerî yê Îranê Rehîm Sefewî destnîşan kiriye ku "Tirkiye jî wek Amerîkayê Sûriyê dagir kiriye û yekitiya Sûriyê binpê kiriye. Sefewî di dewamiya axaftina xwe de li ser operasyona ku Tirkiye li dij Efrînê dike got ku "ev tişt dagirkeriye û binpêkirina yekitiya Sûriyê ye.

    Rehîm Sefewî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku "ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê divê hikûmeta Şamê jî bêhtir rêyên siyasetê vebike."

    Bi heman mijarî:

    Îran: Di warê hinek mijarên Sûriyeyê de em û Tirkiyeyê li hev nakin
    Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne
    Netenyahû: Îran mezintirîn xetera li ser cîhanê ye
    Di navbera Îran û Koreya Başûr de krîzê rûda
    Etîketan:
    Operasyon, tirkiye, efrîn, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de