18:36 20 Gulan 2018
    Elî Xemaney

    Ehmedînejad bangî Xemaney kir: Bila girtî bêne berdan û hilbijartin serbest werin kirin

    © AP Photo /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad nameyek ji rêberê olî Ayetullah Elî Xemaney re nivîsand û di nameyê ragihand ku bila hilbijartin bi serbestî werin kirin.

    Li gor malpera înternetê ya Dewletî Bahar ku nêzî serokomarê berê ye di nûçeya xwe de ragihand ku Mehmûd Ehmedînejad ji rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xemaney re nameyek şand û xwest erkên serokomarî, parlamento û dadgeriyê werin nûkirin.

    Mehmûd Ehmedînejad di berdewamiya nameya xwe de got: "Divê di erka dadgeriyê de guherîn werin kirin, kesên ku salên borî îtîraz û rexne kribûn û paşî hatibûn girtin bila serbest werin berdan, dozên ku hatine vekirin hemû werin betalkirin û ji bo xelasbûna pirsgirêkan divê bi serbestî hilbijartin werin kirin."

    Ehmedînejad di dirêjiya nameya xwe de behsa axaftina Xemaney ku gotibû ‘em di mijara edaletê de li paş man' kir û got: "Divê bi awayekî lezgîn erka dadgeriyê were guherandin û gavavêtina vê mijarê wê bibe îadekirina rûmeta mezlûman û destpêka reformên siyasî."

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe li Efrînê şerê Îranê û Tirkiyeyê dest pê bike'
    Îranê jî dest bi qedexeya kurdî kir
    Serşêwirmendê Hamaney û Fuad Masûm behsa têkiliyên Kurdistan û Îranê kir
    Zarîf: Li Sûriyeyê baregehên Îranê tune ne
    Ji Îranê hemleya girîng a Kurdistanê
    Îranê destûra çalakiyên ji bo Efrînê ne da
    Etîketan:
    Serokomarê berê yê Îranê, Elî Xemaney, Mehmûd Ehmedînejad, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de