17:20 20 Nîsan 2018
    YPG - HSD

    Parlamenterê Mehabadê: Dîktator nikarin kurdan têk bibin

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Îran
    Lînkê kurt
    0 30

    Parlamenterê kurd ê Mehabadê Celal Mehmûdzade di axaftina xwe ya Parlamentoya Îranê de ragihand ku dîktator nikarin gelê kurd têk bibin.

    Parlamenterê kurd ê Mehabadê Celal Mehmûdzade di axaftina xwe ya Parlamentoya Îranê de ragihand ku dîktator nikarin gelê kurd têk bibin. Mehmûdzade rexne li bêdengî û bêhelwestiya Îranê li hember êrişa Tirkiyeyê bo ser Efrînê girt û got: "Milletê kurd dê li hemberî êrişên ku tên ser, her biserkeve lê belê bêdengiya welatan nayê jibîrkirin. Piştî dabeşkirina Kurdistanê bo ser çar welatan, mafên gelê kurd tê binpêkirin."

    Celal Mehmûdzade di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bila dîktator baş wê yekê bizanin ku ti desthilatek nikare gelê kurd bixe ser çokan û teslîm bike. Di salên borî de Sedamê tawanbar bi encamdana zêdetirîn tawanan zêdetir ji 2 hezar gundan li Kurdistana Iraqê wêran kirin û zêdetirî 182 hezar kes ji jin, zarok û xelkê sivîl Enfal kir. Dewleta dijemirov a Tirkiyê çavê xwe li ser mafê zêdetir ji 20 milyon kes ji kurdên wî welatî girtiye û bi tundtirîn şêwe reftarê li gel wan dike. Zêdetirî %50ê kurdên Sûriyê bê nasname ne ku kêmtirîn mafê wan ê yasayî ye.

    Mehmûdzade di dirêjiya axaftina xwe de operasyona Efrînê rexne kir û got: "Piştî vê zilm û zordariyên ku bi dirêjiya dîrokê li kurdan hatiye kirin, niha Tirkiye êrişî Efrînê dike û bi alîkariya hêzên herî hovane yên cîhadî yên weke El-Nusre û li ber çavê welatên herêmê û rêxistina bi nav Netewên Yekgirtî jin û zarok û xelkê sivîl ên Efrînê dikuje."

    Bi heman mijarî:

    Berpirsên YE: Êrişa ser Efrînê şaşiyeke mezin e nabe Ewropa bêdeng be
    Yekîtiya Erebî: Destwerdana Efrînê li xweşa me naçe, divê Rûsya bikeve tevgerê
    Li Efrînê zarokek bi topbaranê hat kuştin, 9 kes jî birîndar bûn
    YPG: Ti rêkeftinek ji bo ketina artêşa Sûriyeyê bo Efrînê çênebûye
    Îran: Ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê rexneyên me hene
    Etîketan:
    Parlamenterê Mahabadê, Operasyona Efrînê, Celal Mehmûdzade, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de