17:23 24 Nîsan 2018
    Xwepêşandanên Îranê - Xwenedkarên protestoyê dikin

    Li Tehranê di pevçûna di navbera polîs û endamên terîqetê de 5 polîs hatin kuştin

    © AFP 2018 / STR
    Îran
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Tehrana paytextê Îranê di şer û pevçûna navbera hêzên ewlehî û endamên terîqetê de 5 polîs hatin kuştin 30 kes jî birîndar bûn.

    Li Tehrana paytextê Îranê di navbera endamên terîqeta Gonabadî û hêzên ewlehî de şer û pevçûn derket. Polîsan dixwest serokê terîqetê Nîmetullah Reyahî binçav bikin endam jî li dijî wê derketin.

    Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê (IRNA), berdevkê Rêxistina Polîsên Îranê Seîd Muntezirulmehdî di axaftina xwe de ragihand ku yek ji çalekvanan bi otobusê kete nava hêzên ewlehî û di encamê de 5 polîs hatin kuştin 30 kes jî birîndar bûn.

    Seîd Muntezirulmehdî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku bûyera êrişa polîsan li Tehranê li ser rêya Pasdaran qewimî û ji xeyrî êrişkarê polîsan heşt kesên din jî di bûyeran de hatine binçavkirin, rewş aram e û her tişt di bin kontrolê de ye.

    Hêzên ewlehî li Tehranê xwestibûn Serokê terîqeta Gonabadiyê Nînetullah Reyahî binçav bikin û endamên terîqetê jî li dijî vê derketibûn û paşî di navbera herdu aliyan de şer derketibû.

    Bi heman mijarî:

    Serşêwirmendê Hamaney û Fuad Masûm behsa têkiliyên Kurdistan û Îranê kir
    Zarîf: Li Sûriyeyê baregehên Îranê tune ne
    Ji Îranê hemleya girîng a Kurdistanê
    Îranê destûra çalakiyên ji bo Efrînê ne da
    Amerîka: Dema hereketa li dijî Îranê hatiye
    Li Sûriyeyê 4 leşkerên Îranê hatin kuştin
    Etîketan:
    Li Tehranê pevçûn, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de