10:05 24 Nîsan 2018
    Leşkerên Îranê

    Li Sûriyeyê 4 leşkerên Îranê hatin kuştin

    © REUTERS / MORTEZA NIKOUBAZL
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di pevçûnên li Sûriyeyê de 4 leşkerên Mihafizên Şoreşa Îranê hatine kuştin. Tê îdiakirin ku li gor agahiyên ne fermî di pevçûnên li Sûriyeyê de hejmara leşkerên Îranê yên ku hatine kuştin 2 hezar 400 e.

    Li gor nûçeyên medyaya Îranê di pevçûnên li sûriyeyê de 4 leşkerên Mihafizên Şoreşa Îranê yên girêdayî lîva "Fatmiyyûn" e li goristana Beheşti Masume ya bajarê Kumê hatine definkirin. Di nûçeyan de navê milîsên ku hatine kuştin jî hatin eşkerekirin: "Salim Rizayî, Mûhammed Yasîn Nasirî, Elî Mûhammedî ve Elî Riza Huseynî."

    Tê îdiakirin ku li gor agahiyên ne fermî di pevçûnên li Sûriyeyê de hejmara leşkerên Îranê yên ku hatine kuştin 2 hezar 400 e. Hêza Lîva Fatmiyyûn ku ji Efganên koçî Îranê kirine hatiye avakirin û Lîva Zeynebiyyûn ji milîsên pakistanî pêk tên li Sûriyeyê li pêş Mihafizên Şoreşê ku piştgiriyê dide Rejîma Esad, şer dikin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Îranê bo Amerîkayê hişyariyeke tund: Eger hûn Mihafizên Şoreşê têxin lîsteya terorê...
    Amerîka amadekariyê dike ku 'Mihafizên Şoreşê' yên Îranê bixe lîsteya terorê
    Amerîka: Divê Îran hêzên xwe yên li Iraq, Sûriye, Yemen û Libnanê vekişîne
    Press TVya Îranê: Leşkerên tirk li sînorê Efrînê êrîşî tîma me kir
    Li Sûriyeyê 6 leşkerên Îranê hatin kuştin
    Etîketan:
    mihafizên şoreşê, leşker, îran, îRAN
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de