04:50 23 Nîsan 2018
    Mehmûd Ehmedînecad

    Ehmedînecad ji bo Îranê got: Ev zilm wiha dewam nake

    © AFP 2018 / ALI AL-SAADI
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Duhî li Tehrana paytexta Îranê Cîgirê Serokomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedînecad Hemîd Beqaî hat dadgehkirin, lê hêzên ewlehî nehiştin Ehmedînecad tevlî dadgehê bibe.

    Mehmûd Ehmedînecad û heyeteke ligel jî li ber avahiya dadgehê amade bûn û xwestin ku di rûniştina dadgehê de amade bin, lê belê dadgehê û hêzên ewlehî destûr nedan ku Ehmedînecad di rûniştina dadgehê de amade bibin.

    Ehmedînecad piştî wê yekê li ber deriyê dadgehê ji komek welatî re axivî û rexneyên tund li rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xemanêy û desthilata dadweriya Îranê kir. Ehmedînecad got: "Rêberê Îranê bersiva wan gilî û gazindan nade ku li ser saziya dadweriya Îranê gazinc hene û aliyên têkildar jî dibêjin, rêber ji wê yekê neberpirs e û di desthilata wî de nîne."

    Serokomarê berê got: "Desthilata dadweriya Îran bê sedem welatiyan digre û piştre cenazeyên wan dide malbatên wan û dibêje wan kesan di girtîgehê de xwe kuştiye. Bêguman kes ji vê yekê bawer nake û pêwîst e xelk bizane ku ew rewş û zilm berdewam nabe û dê di demeke nêz de rewş di berjewendiya milletê Îranê de were guhertin."

    Bi heman mijarî:

    Îran: Erebistana Siûdî, Îsraîl û Amerîka li dû aloziyên Rojhilata Navîn in
    Di navbera Îran û Koreya Başûr de krîzê rûda
    Nivîskarê ermen: Îran dibe ku nêzikî PYDê bibe
    Îran: Çavuşoglu ji bo Efrînê garantî da
    Îran: Amerîka di rêya hinek rêxistinên kurdî de hewl dide Sûriyeyê perçe bike
    Etîketan:
    Serokomarê Îranê yê berê, Elî Xemaney, Mehmûd Ehmedînecad, tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de