20:27 24 Gulan 2018
    Elî Ekber Welayetî

    Îranê bersiva Amerîkayê da: Hebûna me li Sûriyeyê meşrû ye

    © AP Photo / Ebrahim Noroozi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xemaney Elî Ekber Welayetî îro ragihand ku hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê meşû ye û li ser banga Şamê pêk hatiye û bangî Amerîkayê kir ku welatî derkeve.

    Wîlayetî îro çarşemê yeqez kir ku divê ew ên ku bêyî destûra Hikûmeta Sûriyeyê ya qanûnî li wir in, ne Îran, ji wir vekişin."

    Herwiha Şêwirmendê Şoreşa Îranê got: "Tehran li ser daxwaza hikûmeta meşrû ya Sûriyeyê li wir e da ku wan kesên ku bêyî destûra hikûmeta qanûnî li wê derê ne derxîne."

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî gotibû ku zêdekirina rageşiyê ya vê dawiyê ya di navbera Îsraîl û Îranê li Sûriyeyê, ewlehiya herêmê xera dike û bangî Tehranê kiribû ku leşker û hêzên xwe ji Sûriyeyê bikişîne da ku rê ji bo çareseriyeke siyasî re vebe.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Ji destpêka krîzê vir ve hilberîna petrolê 24 qet kêm bû ye
    Erdogan dê li Soçiyê bi Pûtîn û Rûhanî re hevdîtin pêk bîne: Mijar Sûriye ye
    Etîketan:
    Rex Tillerson, Elî Ekber Wîlayetî, Amerîka, Îsraîl, Îran, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de