15:35 22 Sibat 2018
Zindî
    Samsung Galaxy Note 8

    Di navbera Îran û Koreya Başûr de krîzê rûda

    © REUTERS/ Brendan McDermid
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şîrketa Samsungê ya Başûrê Koreyê daxuyand ku ew ê ji bo hemû werşîzvanên ku dê di 9-25 Sibatê de li bajarê PyeongChang beşdarî Olîmpiyatêm Zivistanê ya 2018an bibin, telefon diyarî kir lê ji ber mueyîdeyên Amerîkayê ji bo werşîzvanên Îranê û Koreya Bakur nehat dayîn û ev jî li Tehranê bû sedema bangewaziya boykotê.

    Şîrketa Samsungê ya Koreya Başûrê daxuyand ku ew ê ji ber mueyîdeyên Amerîkayê ji bilî werzîşvanên Îran û Koreya Bakur telefon da hemû werşîzvanên dê beşdarî olîmpiyatan bibin. Ev yek jî bû sedema nerazîbûna Tehranê.

    Li gorî agahiyên çapemeniya Îranê şîrketa Koreya Başûr dê ji bo werzîşvan û rayedarên welat ên ku dê beşdarî olîmpiyatan bibin, telefona bi modela Samsung Galaxy Note 8 belav bike, da ku her kêliya olîmpiyatan bigirin û li cîhanê belav bikin.

    Şîrketa daxuyand ku ew dê telefonê nede werzîşvanên Koreya Bakur û Îranê û ve yek jî bû sedema berteka rêveberiya Îranê.

    Hat îdiakirin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf li hemberî vê biryara şîrketê gefa boykotê lê xwariye û herwisa Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behrem Qasimî jî daxwaz kir ku şîrketa Samsungê lêborînê bixwaze an jî ev yek wê bandoreke mezin li ser têkiliya Îran û Samsungê bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê operasyona Efrînê bi girseyî hat protesto kirin
    Rûhanî ji bo kêşeya aborî ya Îranê ji pasdaran daxwazek kir
    Çavusoglu ji bo Sûriyeyê serdana Îranê dike
    Barzanî li gel şandeyeke payebilind a Îranê civiya
    Hewlêrê daxwazek ji Kurdistana Îranê kir
    Hunermendên Îranê ji bo piştgiriya Efrînê kampanyaya îmzayê dan destpêkirin
    Etîketan:
    krîz, Şîrketa Samsungê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Behram Qasimî, Mihemed Cewad Zarîf, Koreya Başûr, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de