05:01 20 Sibat 2018
Zindî
    Wezareta Derve ya Îranê

    Îran: Erebistana Siûdî, Îsraîl û Amerîka li dû aloziyên Rojhilata Navîn in

    © Sputnik/ Sipo
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ebad Eraqcî îro pêncşemê di Kongreya Aborî ya li Parîsê Îsraîl Îsraîl, Amerîka û Erebistana Siûdî bi şarandina aloziyên herêmî tawanbar kirin.

    Li gorî nûçeya Reutersê, Eraqcî gotiye: "Her me şerê terorê kir. Îran her dem roleke sereke di parastina istiqrar û aştiyê li herêmê de dilîze…Ti têkiliya peymana nuklerî û rola me ya li herêm tine."

    Herwiha rayedarê îranî gotiye ku Amerîka û Ewropa dixwazin ku Îran bandora xwe ya li Rojhilata Navîn bisînor bike.

    Hêjayî gotinê ye ku berî niha Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî gotibû ku kî destwerdana di karûbarên navxweyî yên Îranê de bike, dê bersiveke tund bidinê û teqez kiribû ku Fransa jî ne awarteya vê rêbazê ye.

    Bi heman mijarî:

    'Du welatî di bombebarana Tirkiyeyê de hatin kuştin'
    Balafirên Tirkiyeyê Racoya Efrînê bombebaran dikin
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Îranê, Ebad Eraqcî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de