03:49 22 Gulan 2018
    Cezayê îdamê

    HRWê bangî Îranê kir: Îdama zarokan rawestîne

    © Foto : Wikimedia
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Mafê Mirov a Navneteweyî (HRW) ji rêvebiriya Îranê daxwaz kir ku biryara îdama herdu zarokên ji 18 salî biçûktir rawestîne.

    Rêxistina Şopandina Mafê Mirov a Navneteweyî (HRW) ji rêvebiriya Îranê daxwaz kir ku biryara îdama herdu zarokên ji 18 salî biçûktir rawestîne. Rejima Îranê di meha berfenbara borî de biryara îdamê li du zarokên ku ji 18 salî biçûktir bûn birîbû.

    HRWê di daxuyaniya xwe de got: "Emîr Bor Caferê 16 salî ku Girtîgeha Kir a Îranê dimîne di 4ê Berfenbarê de cezayê îdamê lê hatibû birîn. Di 3ê Berfenbarê de jî Elî Kazimiyê 15 salî ku di Girtîgeha Boşehrê de bû ji ber sedema kuştina kesekî cezayê îdamê lê hatibû birîn. Mehbuba Mufîdî di sala 2014an de dema hevserê xwe kuşt 13 salî bû û di 17 saliya xwe de hat îdamkirin."

    Li gor daxuyaniya HRWê, di destpêka sala 2018an de rejima Îranê cezayê îdamê lig elek zarokan birî û li cihanê yek ji welatê ku herî zêde îdamên zarokan lê dibin e.

    Bi heman mijarî:

    Îranê li bajarê Îlamê kurdekî din îdam kir
    ‘DAIŞê 2 hemwelatiyên Rûsî îdam kir’
    Amerîka: Rêveberiya Sûriyeyê aktîvîstê navdar Hardabîl îdam kir
    Rêxistina terorîst tola têkçûna xwe ji zarokan derxist: 7 îdam
    Îranê, kurd jî di nav de 8 girtî îdam kirin
    Etîketan:
    Rêxistina Şopandin a Mafê Mirov (HRW), Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de