15:29 22 Sibat 2018
Zindî
    Pêşmergeyên Kurdên îranê PDK-Î

    5 partiyên kurd Bereya Kurdistanî ava kirin

    © Sputnik/ Ekrem Altun
    Îran
    Lînkê kurt
    0 40

    Hat ragihandin ku her 5 partiyên kurd ên Îranê Navenda Hevkariya Hevbeş mezintir dikin.

    Hat ragihandin ku her 5 partiyên kurd ên Îranê Navenda Hevkariya Hevbeş mezintir dikin. Partiyên kurd wê li PJAKê jî rê vekin ku bibe endamê navenda yekîtiyê.

    Wek tê zanîn 5 partiyên kurd ên Îranê yekîtiyek bi navê navenda hevkariya hevbeş ava kirine û duhî civîna xwe ya sêyemîn li dar xist. Li gor daxuyaniya berpirsên partiyan, di civînê de biryar li ser destpêkirina karê hevbeş ê di navbera wan partiyan de hat dayîn û herwiha li ser danîna bernameya kar û mezinkirina Navenda Hevkariya Hevbeş bi beşdariya partiyên din li hev kirine.

    Partiyên kurd ragihandin ku ev navend bingeha pêkanîna bereya Kurdistanî ye. Beşdarvanekî civînê ragihand ku biryar dane, rê li hemû partiyan û PJAKê vekin daku bibin endama navendê. Meha borî jî pênc partiyên kurd civîn pêk anîbûn û biryar dabûn ku Navenda Hevkariya Hevbeş damezrînin.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Amerîka di rêya hinek rêxistinên kurdî de hewl dide Sûriyeyê perçe bike
    PDKî: Eyloyên Zagrosê operasyonek li dijî pasdarên Îranê pêk anî
    PDKÎ: Êrişa ser Efrînê êrişeke hovane ye
    PDKÎ: Îran hejmara kuştî, girtî û birîndaran rast eşkere nake
    PDKÎ: Hejmara miriyên ku Îran radigihîne ne rast e û karesat hê mezintir e
    PDKÎ: Pasdarên Îranê û hêzên iraqî nêzîkî kampa me dibin
    Etîketan:
    Partiyên kurd ên Îranê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de