02:23 20 Nîsan 2018
    Hesen Rûhanî

    Rûhanî: Operasyona li dijî Efrînê nafîle ye, divê demildest raweste

    © AP Photo /
    Îran
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî operasyona li dijî Efrînê weke operasyoneke ‘nafîle' binav kir û bangî Tirkiyeyê kir ku, "Demildest dawî li operasyonê bîne."

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di erefeya ‘Salvegera Şoreşa Îslamî' de civîneke rojnamevaniyê lidarxist û pirsên rojnamegeran bersivandin.

    ‘KURD JÎ TIRK JÎ DIMIRIN'

    Li gorî ajansa Tasnim a Îranê Rûhanî operasyone li ser Efrînê weke hewildaneke ‘nafîle' binav kir û bangî Tirkiyeyê kir, "Daxwaza me ew e ku demildest ev operasyon raweste, çimkî birayên me yên tirk dimirin. Ji hêla din ve kurd û mirovên din jî dimirin. Ev operasoneke nafîlê ye."

    Rûhanî anî ziman, "Çawa ku me hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê şermezar kir û bi ya me hesabekî çewt bû, lewra bi qenaeta me hewil didan Sûriye perçe bibe, di vê mijarê de jî nêrîna me û temiya me bi heman awayî ye."

    ‘DEMA KU DESTÛRA ŞAMÊ NEBE, EM LI HEMBERÎ OPERASYONÊ NE'

    "Artêşa welatekî din, encex bi destûra wî welatî û hikûmeta wî welatî divê pêk were. Prensîba me ev e. Eger welatê navborî li hemberî vê operasyonê be, ev ne tevgereke rast e."

    Ji aliyê din ve Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî îro bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re axivîbû û gotibû: "Berdewambûna rageşiyê li bakurê Sûriyeyê ne di berjewendiya ti aliyî de ye û em hêvîdar in ku hemû dewlet rêzê li serwerî û yekîtiya xaka Sûriyeyê bigirin."

    Herwiha di peywendiya telefonê de Rûhanî û Pûtîn girîngiya hevkariya Tehqran-Moskowa-Enqereyê anîne ziman û teqezkirin ku divê demek nêz her sê welat civîneke hevpar li dar bixin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Rûhanî li ser xwepêşandanên li Îranê peyivîn
    Erdogan û Rûhanî civiyan
    Daxuyaniya Pûtîn, Rûhanî û Erdogan wekî belgeya fermî ya KENYê hat weşandin
    Dijberiya Sûriyeyê derbarê civîna Pûtîn Erdogan û Rûhanî de daxuyanî da
    Etîketan:
    Operason, bangewazî, Hesen Rûhanî, Tehran, Efrîn, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de