19:04 25 Nîsan 2018
    Ala Îranê - Tehran

    Hunermendên Îranê ji bo piştgiriya Efrînê kampanyaya îmzayê dan destpêkirin

    © Sputnik / Sergey Mamontov
    Îran
    Lînkê kurt
    0 30

    Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê di roja 18an de dewam dike. 620 hunermendên Îranê ji bo piştgiriya Efrînê kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin.

    Operasyona ku Tirkiyeyê li ser Efrînê daye destpêkirin ket roja 18an. Heya îro gelek sivîlan di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane. Ji bo rawestandina operasyona li ser Efrînê heya îro gelek çalakî hatin li darxistin. Di vê çarçoveyê de çalakiyek jî ji aliyê hunermendên Îranê ve hat kirin.

    Gor nûçeya Rûdawê li payîtexta Îranê Tehranê 620 hunermend ji bo piştgiriya Efrînê daxuyaniyek belav kirin û kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. Hunermendan di daxuyaniya xwe de ji sazî û hêzên dinyayê xwestin ku li hember operasyona ser Efrînê bêdeng nemînîn û helwesta xwe bidin nîşan. Ji hemû netewên Îranê hunermend tev li vê çalakiyê bûn. Kampanyaya îmzeyê ya ku di 5ê mehê de dest pê kir, wê çend roja bidome.

    Bi heman mijarî:

    Çend hunermend ji bo alîkariya bajarekî Rojava konserekê li dar dixin
    Hunermend Ferhat Tunç derket pêşberî dadgehê
    AMED - Ji hunermend û akademîsyenan banga aştiyê
    Rewşenbîr û hunermend xwe îxbar kirin
    Etîketan:
    tehran, efrîn, hunermend, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de