17:22 25 Nîsan 2018
    Vladimîr Pûtîn û Hesen Rûhanî

    Rûhanî: Berdewamiya rageşiyê li bakurê Sûriyeyê ne di berjewendiya ti aliyî de ye

    © Sputnik / Aleksey Nikolskyi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re axivî û diyar kir ku "berdewambûna rageşiyê li bakurê Sûriyeyê ne di berjewendiya ti aliyî de ye û em hêvî dikin ku hemû dewlet rêzê li serwerî û yekîtiya axa Sûriyeyê bigire."

    Rûhanî ji Pûtînî re teqez kir ku pabendiya Îranê bi peymana nûklerî, girêdayî pabendiya aliyê din e.

    Li gorî nûçeya IRNAyê, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îro sêşemê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re axiviye û gotiye: "Berdewambûna rageşiyê li bakurê Sûriyeyê ne di berjewendiya ti aliyî de ye û em hêvî dikin ku hemû dewlet rêzê li serwerî û yekîtiya axa Sûriyeyê bigire."

    Rûhanî gotiye, "bêyî qebûlkirina Sûriyeyê, em qebûl nakin hêzên biyanî bêyî razîbûna birêveberiya Şamê li Sûriyeyê bin."

    Herwiha hat ragihandin ku herdu serokan encamên Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê ya li Soçiyê bi rê ve çûbû nirxandine.

    Di berdewamiyê de hat teqezkirin ku Pûtîn û Rûhanî teqezî li ser karîgeriya hevkariya navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê di çarçoveya Astanayê de kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî: Em ji kurdan hez dikin lê divê berdêla şaşiyên xwe bidin
    Rûhanî: Li herêmê êdî bêyî nêrîna Îranê tu guhertin pêk nayê
    Tehran: Rûhanî daxwaza hevdîtina Donald Trump qebûl nekir
    Herîrî: Axaftinên Hesên Rûhanî nayên qebûlkirin
    Rûhanî: Bijartina dostaniya Amerîka û Îsraîlê şaşiya Erebistanê bû
    Etîketan:
    Hesen Rûhanî, Vladîmîr Pûtîn, Astana, Sûriye, Tirkiye, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de