17:04 24 Nîsan 2018
    Elî Ekber Welayetî

    Welayetî ji Amerîkayê re got: Em ê bi şeqaman we derxînin

    © AP Photo / Ebrahim Noroozi
    Îran
    Lînkê kurt
    0 04

    Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xemaney Elî Ekber Welayetî di axaftina xwe de ji bo hebûna Amerîka ya li Sûriyeyê got: "Em ê bi şeqaman we derxînin."

    Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Elî Xemaney Elî Ekber Welayetî li bajarê Meşhedê di axaftina xwe ya konferansa piştgiriya Filistînê de hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê rexne kir û got: "Yan hûnê bi riza xwe ji Sûriyeyê derkevin an jî em ê bi şeqaman we derxînin. Amerîka dixwaze Sûriyeyê perçe bike, lê di perçekirinê de bi ser neket."

    Elî Ekber Welayetî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bê çawa Amerîka di perçekirina Iraqê de biser neket wê di Sûriyeyê de jî biser nekeve. Amerîka li rojhilatê Firatê bicih bûye, lê divê di dema herî nêzîk de derkeve. Eger denekeve em ê bi şeqaman bi zorê derxînin."

    Welayetî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Amerîka milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê vediguhestîne Afganistanê. 900 kîlometro sînorê me dikeve bin talûkê û em çav ji vî tiştî re nagrin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Welayetî bo Yildirim: "Em kêfxweş dibin"
    Welayetî: "Hêviyên rayedarên tirk a nimêja Camiya Emewî bi cih nayên"
    Îran: Kurd hevkarên me yên stratejîk in
    Îran: Amerîka hewl dide xweseriyeke kurdî ava bike
    Îran ji bo operasyona Efrînê: Em hêvî dikin zûka bi dawî bikin
    Etîketan:
    Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê, Elî Ekber Welayetî, Sûriye, Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de