07:36 27 Nîsan 2018
    Ala Îranê

    Li Îranê di navbera pasdaran û milîtanên DAIŞê de şer qewimî

    © AP Photo / Ronald Zak
    Îran
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku li Îranê di navbera pasdarên Îranê û milîtanên DAIŞê de şer qewimiye û ew şer li parêzgeha Kirmaşanê rûdaye.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Baregeha Necef a girêdayî pasdarên Îranê diyar kir ku îro sibehê di navbera pasdaran û komeke milîtanên DAIŞê de şer û pevçûn rûdaye û hat gotin ku ew koma DAIŞê ji 21 milîtanan pêk dihat û ew şer jî li navçeyeke bi ser parêzgeha Kirmaşanê ve qewimiye.

    Hat diyarkirin ku şerê ku serê sibehê destpê kir, piştî nîvro jî berdewam kir û li gel pasdarên Îranê hêzên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê jî çûne cihê bûyerê û beşdarî şer bûne.

    Derbarê kuştin an jî birîndarên wî şerî de ti zanyarî nehatin eşkerekirin lê ajansên nêzikî pasdaran parast ku çend kesên ji wê komê hatin girtin.

    Hêjayî gotinê ye ku Baregeha Necef ya Pasdaran li parezgehên Îlam û Kirmaşanê xebatan dimeşîne.

    Bi heman mijarî:

    Rayedarekî Herêma Kurdistanê naveroka serdana Barzanî bo Îranê eşkere kir
    Kurdên Îranê piştgiriya Efrînê dikin
    Pence: Dem hatiye ku peymana bi Îranê re bê serrastkirin
    Partiyên Kurdistana Îranê ji bo hevkariyê biryareke nû girt
    Parlamenterên kurd yên parlamentoya Îranê derbarê Efrînê de nameyeke ji NY re şandin
    Barzanî bi Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî re civîya
    Etîketan:
    şer û pevçûn, DAIŞ, Pasdarên Îranê, Kirmaşan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de