05:07 21 Nîsan 2018
    Pêşmergeyên Kurdên îranê PDK-Î

    Partiyên Kurdistana Îranê ji bo hevkariyê biryareke nû girt

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Îran
    Lînkê kurt
    0 30

    5 partî û aliyên siyasî yên Kurdistana Îranê li baregeha Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê li hev kom bûn û di wê civînê de hevkarî û hemahengiya navxweyî ya partiyên Kurdistana Îranê nirxandin.

    Li gorî agahiyên Kurdistanmediayê 5 partî û aliyên siyasî yên Kurdistana Îranê roja şemiyê (21ê Rêbendana 2018an) li baregeha Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê ya li Zergiwêzê civînek li dar xist.

    Hat diyarkirin ku wan partî û aliyên siyasî yên Kurdistana Îranê di civînê li ser rewşa Komara Îslamî ya Îranê, xwepêşandan û nerazîbûnên dawîn ên xelkê Îranê û bi taybetî jî li ser hevkarî û hemahengiya navxweyî ya wan partî û aliyên siyasî yên Kurdistana Îranê axivîne.

    Herwisa di civînê de biryar hat girtin ku ji bo kêmkirina fişarên Îranê yên li ser çalakiyên sivîl fişara li ser sazî û civaka navneteweyî werin zêdekirin û li gel vê yekê ji bo hevkariya partiyên kurdan û ji bo kar û têkoşîna siberojê biryara avakirina navendekê hat dayîn.

    Ew 5 partî û aliyên siyasî yên beşdarî civînê bûn ev in: Hizba Demokrat a Kurdistanê, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê û Sazûmana Xebat.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterên kurd yên parlamentoya Îranê derbarê Efrînê de nameyeke ji NY re şandin
    Barzanî bi Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî re civîya
    Partiyên kurdî yên li Kurdistana Îranê nêzî hev dibin
    Nêçîrvan Barzanî sibe serdana Îranê dike
    Îranê ji bo plana Amerîkayê ya Bakurê Sûriyeyê hişyarî da
    'Dibe ku Îsraîl êrîşê Îranê bike'
    Etîketan:
    biryar, civîn, Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana îranê, PDK, PDK-Î, Kurdistana Îranê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de