08:48 20 Sibat 2018
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Barzanî û Rûhanî di civîna xwe de behsa çi kirin?

    © AFP 2018/ Safin Hamed
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî di dema serdana xwe ya Îranê de li gel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî civiya û di wê civînê de behsa peywendiyên herdu aliyan û bûyerên li herêmê hat kirin.

    Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de çû serdana Îranê û li gel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî civiya.

    Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokomariya Îranê, Rûhanî di civînê de derbirî ku divê hemû mafên kurdan li gorî destûra Iraqê werin parastin û got, sermayedarên Îranê amade ne beşdarî projeya binesaziya Herêma Kurdistanê bibin.

    Herwisa hat diyarkirin ku Barzanî jî di civînê de destnîşan kir ku divê peywendî û hevkariya navbera Hewlêr û Tehranê de werin xurtkirin û got, "Sînorên navbera Îran û Iraqê divê sînorên dostaniyê bin. Herêma Kurdistanê rê nade ku ji axa wê li dijî Îranê êrîşe werin kirin û ew xeta sor a Hewlêrê ye."

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterên kurd yên parlamentoya Îranê derbarê Efrînê de nameyeke ji NY re şandin
    Barzanî bi Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî re civîya
    Partiyên kurdî yên li Kurdistana Îranê nêzî hev dibin
    Nêçîrvan Barzanî sibe serdana Îranê dike
    Îranê ji bo plana Amerîkayê ya Bakurê Sûriyeyê hişyarî da
    Etîketan:
    civîn, Serokomarê Îranê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Hesen Rûhanî, Nêçîrvan Barzanî, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de