08:21 27 Gulan 2018
Parlamentoya Îranê

Parlamenterên kurd yên parlamentoya Îranê derbarê Efrînê de nameyeke ji NY re şandin

© AP Photo / Vahid Salemi
Îran
Lînkê kurt
0 10

Parlementerên kurd yên parlementoya Îranê bi nameyekê ji Sekreterê Gişti yê Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz kirin ku êrîşa ser Efrînê bidin rawestandin.

Artêşa Tirkiyê doh li hember bajarê Efrînê yê Bakurê Sûriyê operasyoneke leşkerî dabû destpêkirin. Di operasyonê doh ewilê balafirên şer yên Tirkiyê gelek deverên Efrînê bombebaran kiribûn û îro jî ragihandibû ku ji bejahiyê ve jî leşkerên wê ketine Efrînê. Herwiha YPGê jî daxuyanî dabû û gotibû leşkerên Tirkiyê neketine nav axa Efrînê.

Li ser operasyona Efrînê gelek dewletan daxuyanî dabûn û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê diyar kiribû ku ew dê mijarê bibin Neteweyên Yekbûyî.

Herwiha parlamenterên kurd yên endamê parlamentoya Îranê jî, bi nameyeke ji Sekreterê Giştî yê NYê daxwaz kirine ku operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê bide rawestandin.


Bi heman mijarî:

Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
Etîketan:
Efrîn, Neteweyên Yekbûyî, name, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de