22:19 27 Gulan 2018
Leşkerê Amerîkayê li Sûriyê

Îranê ji bo plana Amerîkayê ya Bakurê Sûriyeyê hişyarî da

© AP Photo / Arab 24 network
Îran
Lînkê kurt
0 03

Serokê Encûma Şûraya Îslamî Elî Larîcanî, plana Amerîkayê ya bakurê Sûriyeyê şermezar kir û xwest ku her kes, nexasim Hikûmeta Sûriyeyê baldar be.

Larîcanî piştî di konferanseke rojnamevanî ya piştî bidawîbûna gera sêdehem a Yekîtiya Meclisên Dewletên Îslamî ya li Tehranê de projeya Amerîkayê ya nû ya avakirina baregehên leşkerî li bakurê Sûriyeyê şermezar kir ku "bûye asteng li ber jinavbirina terorê li herêmê".

Rayedarê îranî diyar kir ku "hebûna (Amerîkayê) li Sûriyeyê komployeke xeter e lê ihtimal tine ku bikare karekî giring bike, encex dibe ku xerabiyê bikin."

Li gorî nûçeya malpera Al Manarê, Larîcanî xwestiye ku her kes, nexasim Hikûmeta Sûriyeyê di vî warî de baldar be.

Serokê Encûma Şûraya Îslamî destnîşan kir ku li gorî berê, Kongreya Tehranê giringiyeke zêde dide pirsa Sûriyeyê, ji ber berî çend salan, hinek dewletan nedixwest çareseriyeke siyasî ji qeyrana Sûriyeyê re çêbibe.

Derbarê DAIŞê de jî, Larîcanî got ku "li gel ku DAIŞê derbeyên giran xwarin jî, lê mirov nikare bibêje, teror bi dawî bûye ji ber terorîstên DAIŞê li deverên din ên cîhana îslamî hene."

Bi heman mijarî:

Li ser sînorê Efrînê tank hatin bicihkirin
Hevserokê MSDê operasyona mihtemel a Efrînê û Hêzên Ewlekariya Sînoran nirxandin
ENKSê ji bo Efrînê daxuyaniyek da: Rewş ticarî evqasî xeter nebûye
Erdogan ji bo Efrînê bi sekreterê NATOyê re axivî: Em ê her cure tedbîran bistînin
Nûnerê ENKSê: Em li dijî operasyona Efrînê ne
Etîketan:
Elî Larîcanî, Bakurê Sûriyeyê, Reqa, Îran, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de