17:06 25 Nîsan 2018
    Şkence - Îşkence

    ‘Îranê bi zorê derman bi çalekvanên ku mirin da xwarin'

    CC0 / Pixabay
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dengvedayîna 9 çalekgirên ku di xwepêşandanên Îranê de hatibûn girtin û paşî li girtigehê jiyana xwe ji dest dan dewam dike. Li gor îdîayan Îranê bi zorê derman bi çalekgiran da xwarin.

    Endamê Parlamentoya Îranê Mehmûd Sadiqî di axaftina xwe de ragihand ku Îranê bi zorê derman bi çalekgirên ku girtîbûn da xwarin. Li gor Sadiqî, Îranê ji xeyrî şkenceyê bi zorê derman bi çalekgiran da xwarin.

    Mehmûd Sadiqî di axaftina xwe de dibêje: "Hinek çalekgirên ku di van demên de têne girtin bûyerên ku di serê wan de derbas dibin ji malbatên xwe re dibêjin. Mixabin ji wan kesan niha hinek ne li heyatê ne. Çend çalekgiran di axaftina xwe ya ligel malbatên xwe gotine ‘ji xeyrî şkenceyê bi zorê derman bi me dane xwarin.' Mirina çalekvanan jî piştî xwarina îlacan pêk tê."

    Herwiha di dema protestoyan de ji herêma bajarê kurdan jî gelek çalekgir hatibûn girtin û ji wan Şaro Qahremanî, Kiyanuş Şendî û Aram Mezazî jiyana xwe ji dest dabûn. Tê gotin ku ev kesên navborî jî bi sedema xwarina dermanan jiyana xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê di girtîgehê de xwepêşandêrekî din hat kuştin
    Serokomarê Îranê ji gotinên nûnerê Xameney aciz bû
    'Li Îranê 2 xwenîşandêr bi îşkenceyê hatin kuştin'
    Îranê bertek nîşanî DYAyê da
    Dîmenên Hizba Demokratê Kurdistana Îranê
    Etîketan:
    Îranê bi zorê derman bi çalekvanan da xwarin, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de