07:44 24 Nîsan 2018
    Moşek

    Îran: Bi ti şêweyî em hêza moşekên xwe naxin mijara bazarê

    © AP Photo / Amir Kholousi, ISNA
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî di axaftina xwe de ragihand ku bernameya moşek û parastin a Îranê gelekî zelal û eşkere ye û welatên din bi vê helwesta me baş dizanin.

    Rojnameya Financial Timesê di nûçeya xwe de îdîa kiribû berpirsên îranî hevdîtinên ji bo pirsgirêkên herêmî bernameya moşekan qebûl kiriye.

    Behram Qasimî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pozîzyona Îranê ya polîtîkaya herêmê û ya bernameya moşekan gelekî zelal e. Helwesta Îranê digel propaganda û tehdîdên Amerîka û welatên din qet neguherî. Çend carên din jî me got, bernameya moşek a Îranê ne li hemberî ti welatî tenê ji bo parastinê ye."

    Qasimî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em destûrê nadin ku ti welat mudaxeleya karê me yê navxweyî û bernameya me ya moşekan bibe."

    Bi heman mijarî:

    Îranê li ser biryara Amerîka ya avakirina 'Hêza Ewlehî ya Sînorê Sûriyeyê' daxuyanî da
    Li Îranê di girtîgehê de xwepêşandêrekî din hat kuştin
    Sîxurekî Îranê li ser sînor hat girtin
    Serokomarê Îranê ji gotinên nûnerê Xameney aciz bû
    'Li Îranê 2 xwenîşandêr bi îşkenceyê hatin kuştin'
    Îranê bertek nîşanî DYAyê da
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê, Behram Qasimî, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de