10:28 24 Çile 2018
Zindî
    Girtîgeh / Zîndan / Heps

    'Li Îranê 2 xwenîşandêr bi îşkenceyê hatin kuştin'

    © AP Photo/ Francois Mori
    Îran
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku li girtîgehên Îranê, 2 xwenîşandêrên ku bi hinceta beşdarbûna xwenîşandanan bûne hatibûne girtin, di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan.

    Li gorî ragihandina madyayên bi ser rêxistinên mafên mirovan ve, aktîvîstê kurd Saro Qehreman (24 salî) li girtîgeha Sine li û Elî Puladî (26 salî) li girtîgeha Çalûs li bakurê Iranê di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan.

    Hate diyarkirin ku herdu aktîvîst jî ji ber beşdarbûna xwenîşandanên 28ê Mijdara 2017an bûne, hatibûne girtin.

    Hêjayî gotinê ye ku ta niha di xwenîşandanan de zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.

    Herwiha Li gorî agahiyên ajansa APyê ya amerîkî ku xwe dispêre parlementerê Tehranê Mehmûd Sadiqî di xwenîşandanên Îranê de nêzîkî 3 hezar 700 kes hatine desteserkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îranê bertek nîşanî DYAyê da
    Trump biryar da ku peymana nukleerî ya bi Îranê re bê dirêjkirin
    Amerîka: Em ê dawiyê li hebûna Îranê ya li Sûriyeyê bînin
    Sekreterê giştî yê PDK-I Mistefa Hicrî: Xwepêşandanên li Îranê bertekek 40 salî ye
    Li Îranê erdhej pêk hat û li Kurdistan û Iraqê hat hîskirin
    Etîketan:
    Xwenîşandêr, Mirin, îşkence, Iranê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de